Artêşa Îsraîlê ji bo Hamas çekan berde, ‘bi biryar e’!
Serokê Fermandariya Giştî ya Îsraîlê Eyal Zamîr destnîşan kir ku Îsraîl sala 2026’an bi biryar e ku tevgera Hamasê ya Fîlîstînî bêçek bike.
Serokê Fermandariya Giştî ya Îsraîlê Eyal Zamîr destnîşan kir ku Îsraîl sala 2026’an bi biryar e ku tevgera Hamasê ya Fîlîstînî bêçek bike.
Li gorî daxuyaniya ku roja çarşemê hatî dayîn, mijara çek danînê weke astengiya herî mezin a li pêşiya destpêkirina qonaxa duyemîn a plana aştiyê ya li Xezeyê, tê nîşandan.
General Zamîr got, “Sala 2026’an ji bo ewlehiya dewleta Îsraîlê dê bibe saleke diyarker. Biryardariya me ya ji bo çek danîna Hamas, mutlaq e.”
Zamîr ev tişt jî got, “Em ê nehêlin rêxistina terorê Hamas kapasîteya xwe jinûve ava bike û gefê li me bixwe.”